Meclîsa Gel a Hezexê: Li Hezexê berxwedaneke destanî heye

Li navçeya Şirnex Hezexê bi pêşengiya hêzên YPS û YPS Jinê berxwedaneke destanî heye.

Li navçeya Şirnex Hezexê bi pêşengiya hêzên YPS û YPS Jinê berxwedaneke destanî heye.

Meclîsa Gel a Hezexê da xuyakirin, ku ji 16'ê Sibata 2016'an û vir ve çeteyên Qesrê û AKP'ê dest bi dorpêçî û dagirkirinê kirine û got, "Bi pêşengiya hêzên YPS û YPS Jin, berxwedaneke destanî û dîrokî hat nîşandan. Van çeteyên wehşî û barbar, piştî ku li Hezexê derbên giran xwarin, hemû teknîka xwe, gazên bi jehrê, balafirên şer ên F-16 û helîkopterên bi tîpa kobra jî di nav de bi her awayî çek bi kar anîn. Lewma divê tevahiya gelê Kurdistanê zanibe, li Hezexê berdêlên giran, şehadetên mezin rû da bin jî, çeteyên qesrê û AKP'ê li pêşberî berxwedêrên Hezexê têk çûne.

Wezîfeyeke dîrokî ye ku gelê me bîranînên şehîdan bi cih bîne. Bêyî ku malên me, kargehên me bên xerakirin û talankirin, divê tevahiya gelê Hezexê li bajarê xwe vegere. AKP li Hezexê têk çûye. Lewma neçar maye ji hewayê ve bombeyan li Hezexê bibarîne. Hêzên faşîst têk çûne, li Hezexê bexwedana me ya xwerêveberiyê qezenc kiriye."

Meclîsa Gel a Hezexê, ji bo talan û hilweşandina di nava 43 rojan de dewletê li navçeyê kir lêkolîn bikin bang li partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku bên navçeyê û lêkolînan bikin.