Meclîsa Êzidî ya li Saarlandê rêveberiya xwe diyar kir
Meclîsa Êzidî ya li Saarlandê, yekemîn civîna xwe lidar xist û rêveberiya xwe diyar kir.
Meclîsa Êzidî ya li Saarlandê, yekemîn civîna xwe lidar xist û rêveberiya xwe diyar kir.
Meclîsa Êzidî ya li Saarlandê, yekemîn civîna xwe lidar xist û rêveberiya xwe diyar kir.
Meclîsa Êzidiyên li Şengalê ya ji bo rêvebirina xwe bi xwe, ji Kurdên Êzidî yên li Ewropayê dijîn re jî bû çavkaniya îlhamê.
Di civîna bi beşdariya rêveberê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Fîkret Îgrek û Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Saarlandê Cabbar Gezîcî de, piştî nîqaşan rêveberiya nû hat hilbijartin.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan Alî Atalan di axaftina xwe ya li civînê de ragihand ku divê Kurdên Êzidî xwe birêve bibin. Atalan da zanîn ku divê Kurdên Êzidî bi ruhê neteweyî tevbigerin û got, "Di nava civaka me de ji hev cihêtiya pavşerû hînê heye. Divê em vê yekê ji holê rakin. Bi taybetî jî hevalên hatine hilbijartin di vî warî de berpirsyar in. Pêwîste li dijî cihêtiyên bi vî rengî têkoşîn were meşandin. Weke Federasyon çi ji destê me bê em ê alîkariyê pêşkêş bikin."
Rêveberê FKÊ Fîkret Îgrek jî da xuyakirin ku di şert û mercên cîhanê yên hatine guhertin de nabe ku Êzidî mîna berê bijîn û destnîşan kir ku ew li gorî ruhê demê xwe birêxistin dikin. Îgrek diyar kir ku wan berê jî hewl dan bibin Meclîs, lê belê ji ber ferasetên pavşerû û feodal ev hewldana wan neçûbû serî.
Endamên Meclîsê jî bal kişandin ser girîngiya rêvebirina xwe bi xwe û hişmendiya civaka demokratîk.
Li dû nîqaşên hatin meşandin, rêveberiya nû ya meclîsê ya ji 11 kesan hat hilbijartin.
