Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya civîna Meclisa Daîmî ya di 2'yê kanûnê de pêk hat aşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin: "Meclisa me ya Dayîmî, gihîştiye wê encamê ku di dema dawî de jî derketiye holê ku ji bo çaresrkirin pirsgirêka kurd, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bi wî re muzekare bê destpêkirin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya civîna Meclisa Dayîmî di 2'yê kanûnê de li Amedê li Salona Konferansê ya KCD'ê de pêk anî aşkera kir. Encamnameya ku ji 6 xalan pêk tê de, di serî de rewşa Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û geşedanên li herêmê, operasyonên leşkerî û siyasî, greva li girtîgehan ji hêla dîlên azadiyê ve hatin destpêkirin û li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê pirsgirêka kurd de nîqaş hatin kirin û derbarên wan de biryar hatin girtin.
Biryarên di encamnayenê de derketin pêş wiha hatin rêzkirin:
* Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê mijara herî krîtîk ya Rojhilata Navîn û cîhanê, ev mijar derbarê pêşeroja kurdan de rola herî bingehîn dilîze. KCD di serî de rewşa kurdan û gelên wekî ereb, suryanî, xirîstiyan, cihû û hemû gelên kurd bi baldarî dişopîne. Ji bo em bi awayekî aktîf di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cihê xwe bigirin, "me kampanyaya alîkariyê a mirovahiyê" daye destpêkirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku piştgirî bidin vê kampanyayê.
* Siyasetmedarên kurd ji ber gelbûna xwe ji bo parastina mafên xwe yê ku hatine xespkirin, her dem têkoşîna xwe ya demokrasiyê dane meşandin. Lê dewlet û AKP ji bo pêşiya têkoşîan gelê kurd bigire, tu carî dest ji polîtîkaya înkar û îmhayê berneda ye. Mînakên wan gelek in. Herî dawî erîşa li dijî parlamenterên kurd ê di sala 1994'an de pêk hat hê di hîşê gelê me de ye. Îro jî ev êrîş bi fezlekeyên wekî rakirina destnedanê di rojevê de ye. Dê gelê me heta dawiyê xwedî li parlamenterên xwe derkeve. Em wekî KCD vê pêvajoyê dişopînin û baldariya gelê xwe yê di vê mijarê de di asta herî roj de dizanin, em dizanin dê gelê me xwedî li vîna xwe ya siyasî derkeve.
* Meclisa meya Dayîmî konferansen xwe yê ku hemû gelên cuda bi awayekî azad xwe têde îfade bike, berdewam dike. Bi vê armancê li Amedê ji bo konferanseke kurd elewiyên-kudistanî xwe têde îfade bikin biryar hatiye girtin.
* Em wekî KCD daxwazên dîlên azadiyê ên di pêvajoya greva birçîbûnê de derketin pêş û ji hêla gelê me ve bi şîara "Daxwazên wan daxwazên me ne" xwedî derkevin û em ê bi hemû yekgirtiyên xwe ve vê têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.
* Meclisa me ya Dayîmî, gihîştiye wê encamê ku di dema dawî de jî derketiye holê ku ji bo çaresrkirin pirsgirêka kurd, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û pêre rêgeza muzekareyan bê destpêkirin
* Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin de, daxwaza gelê kurd ya bingehîn daxwaza statuyê ye. Ev daxwaza herî şênber jî modela Xweseriya Demokratîk e. Ji bo ev daxwaza Xweseriya Demokratîk bi gel re bê parvekirin û bi gel re bê nîqaşkirin, dê li gelek bajarên Kurdistanê panel bên lidarxistin.