Mamosteyê Xiristiyan Yilmaz: Ocalan Rêberê min e

Greva birçîbûnê ya li Amedê dewam dike. Kesên tên serdana çalakgeran, daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ziyaretvan li ser deftera 'Ji Giravê re nîşe' hîs û fikrên xwe dinivîsin.

Mamosteyê Xiristiyan Çetîn Yilmaz di nameyê de ji Ocalan re got, "Tu Rêberê min î jî. Tu yê demokrasiyê bîne bajarên rojava jî, aştiyê saz bikî."

Greva birçîbûnê ya bi mebesta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were tê lidarxistin, kete roja 3’an. Li avahiya DBP’ê ya Amedê ku grev dest pê kirî bi navê 'Ji Giravê re nîşe' defterek hate danîn. Ziyaretvan û çalakger hîs û fikrên xwe li vê defterê dinivîsînin. Mamosteyê malnişîn ê Xiristiyan Çetîn Yilmaz jî li defterê nivîsî ji roja ku hatiye Amedê û heya niha çi jiyaye û hezkirina xwe ya li Ocalan aniye ziman.

'LI AMEDÊ EZ HÎNÎ PIRSÎNÊ BÛM'

Yilmaz li ser deftera 'Ji Giravê re nîşe' wiha nivîsî:

"Gelê Kurd ê hêja,

Birayên min ên ezîz,

Hevalên rêzdar ên ku ketine greva birçîbûnê

Xwezî min bikarîbûya vê nivîsê bi Kurdî lêbikim. Sala 1983’an dema ku tayina min ji bo Amedê derket ji malbata min hin kes û diya min, weke ku leşkerekî bi rê bikin, li pey min dia kirin. Ez qet şaş nemam. Ji malbata min hin kes, bi fikra ku wê li wê derê şert dijwar bin, gotin, 'bila biçe li wir bibe zilam'. Bûme zilamekî wiha ku berê min kulma xwe çepê dijidand û niha jî bi nîşaneya serketinê vê zexm dikim…

Li Amedê ez hînî jiyanê bûm, min dîroka xwe ya alîgir da ber pirsan li Amedê. Min dît ku me çi bi serê civakeke çîlekêş aniye. Li zindanan û li gundan qedexe bû ku ev civak bi zimanê xwe biaxive. Bi ser de dema ku gel li dij vê derdiket, polîs û leşkeran li wan dixistin û bi gotina wan, pîsî bi wan didan xwarin. Me ev bûyer ji çapemeniyê dikarîbû bişopîne.

Hêdî hêdî dostên min çêbûn. Vê carê midûrên bi unîformayên leşkeran hatibûn dibistana me. Kesên ew çend ji perwerdehiyê bêpar ku bi çekan derdiketin pêşberî zarokan, ji xwe re kiribûn şîar ku wan ‘’bikin zilam’’

33 sal li Amedê wiha çûn...

Em di sala 2016’an de ne û ez hê jî li Amedê di mîtîng, çalakî û kevneşopiyên civakî de me. Bi hevsera xwe re her sibe dema ku em şiyar dibin dibêjin, ‘em hê li Amedê ne ne?’’ û kêfa xwe tînin.

'LI DIJÎ TUNDIYA POLÎSAN DIA DIKIM'

Lê!

Dewlet li hemberî kesên ku ne ji wan in, desthilatdariya siyasî li hemberî kesên ku weke wan nafikirin, qet ne baş e. Polîsek ji min dipirse, ‘’çi karê te heye  li  nav Kurdan’’ Ez li dêrê wiha dia dikim: Rihetiyê bide vê civakê û wan ji zexta polîsan, ji hewldanê wan ên zalimane biparêze Xweda.

Ji ber wêneyekî di  hilbijartinên 7’ê Hezîranê de keça min a endama hîndekariyê ji karê xwe bû. Ez niha endamê Meclîsa Taxa Medya a Kayapinarê me û li wir hîn dibim ku birêxistin bibim.

'TU YÊ AŞTIYÊ BÎNÎ'

Birêz Rêberê min Abdullah Ocalan, tu Rêberê min î jî..

Tu yê tenê dewleta Kurd ava nekî, tu yê demokrasiyê jî bîne bajarên me yên rojava, tu yê aştiyê ava bikî..Ez ji vê bawer dikim. Lê di van demên dawî de em ji te agahiyê nastînin. Ji bo vê jî 50 mirovên bijartî ketin greva birçîbûnê. Ev 50 kes di dilan de wê bibin hezar û milyon. Û pêl bi pêl li hemû mezopotamyayê belav bibe.

Her bijî birayê min ên li çiyê, bijî şagirtê min..

Her bijî gelê Amedê…

Hûn ê min jî ji xwe bihesibînin?

Tenê peyvekê bi Kurdî dizanim, ev jî ev e, bi xatirê we…

Çetîn Yilmaz (Endamê Meclîsa Taxa Medya)"

...