Malên li taxên Geverê û gundê Mexsûdavayê têne şewitand
Li Gundê Mexsûdava yê navçeya Geverê ku di bin dorpêç û dagirkeriya çeteyên Qesrê de ye, hêzên çekdar bi tank û topan malan xera dikin û didin ber agir.
Li Gundê Mexsûdava yê navçeya Geverê ku di bin dorpêç û dagirkeriya çeteyên Qesrê de ye, hêzên çekdar bi tank û topan malan xera dikin û didin ber agir.
Li Gundê Mexsûdava yê navçeya Geverê ku hatiye dorpêçkirin û bi tank û topan êrîşê pêk tînin, bi dehan mal dan ber tank û topan û mal şewitand. Ji sibehê heta êvarî dengê tank û topan ji gund kêm nebû û hêzên rejîma AKP’ê bê navber gund topbaran kir. Di êrîşa bi tank û topan de bi dehan mal hatin xerakirin û şewat derket. Li ezmanê gund jî bê navber helîkopterên Kobra û Skorksy digerin.
Çeteyên Qesrê li navçeya Geverê jî di bin navê lêgerînê de li taxên Esentepe, Esenyûrt, Yeşîldere, Dize, Orman, Kişla, Mezarlik, Cûmhûriyet û Gungorê bi tankan xera dike û piştre dide ber agir. Ji ber mal dan ber agir ji sibehê heta êvarî dûman ji taxan bilind bû. Ji ber çeteyan destûr neda welatî şewatê vemirînin jî şewata malan heta êvarî berdewam kir.