Malên Gel hemû pirsgirêkên civakê çareser dikin
Malên Gel hemû pirsgirêkên civakê çareser dikin
Malên Gel hemû pirsgirêkên civakê çareser dikin
Malên gel ên herêma Kobanê bi komîteyên xwe yên jin, zimanê kurdî, malbatên şehîdan, xizmet, lihevanîn, dadgerî xizmeta navenda bajar û 183 gundan dikin. Her wiha hewl didin pirsgirêkên gelên herêmê çareser bikin.
Di çarçoveya avakirina saziyên rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê de xebatên rêveberiya gel didomin. Yek ji bingeha wan xebatan avakirinên malên gel in. Malên gel li Rojavayê Kurdistanê hemû pirsgirêkên gel çareser dikin. Rêveberiya malên gel ji endamên meclisên gundan û bajaran tên hilbijartin. Malên gel bi komîteyên jin, zimanê kurdî, malbatên şehîdan, xizmet, lihevanîn, dadgerî xwe birêxistin kirine. Li bajarê Kobanê jî Mala Gel xwe li navend û rojavayê bajar xwe wek du navendan tevger kiriye.
Mala Gel a rojavayê Kobanê li gundê Bozik karê xwe tevger dike û rojê 13 saetan xizmeta gelê gundên herêmê dike. Malên Gel bi komîteyên jin, zimanê kurdî, malbatên şehîdan, xizmet, lihevanîn, dadgerî xwe bi rêxistin kirin û xizmeta gelên herêmê dikin. Ji bo ku pirsgirêkên gel bi rêk û pêk werin çareser kirin. Welatî gilî û daxwazên xwe bi nivîskî pêşkêş dikin. Xebatkarên Mala Gel jî daxwaznameyan qeyid dikin û bi rêzê wan hewaleyî komîteyên têkildar dikin.
JI 183 GUNDAN RE XIZMETÊ DIKE
Mala Gel a gundên Rojhilatê Kobanê, ku navenda wê li Gundê Bozik e, kar û barên 183 gundan birêve dibe. Mala Gel a gundê Bozik ji a Kobanê cuda xwe rêxistin kiriye û hemû meclis û saziyên sivîl yên herêmê di bin banê mala gel de dixebitin.
Mala Gel a gundê Bozik ya gundê rojavaya Kobanê, di pêvajoya berxwedana li dijî komên çekdar de, bi awayekî çalak piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirbû. Ji şervanên li eniyên şer re xwarin amade dikir, her wiha welatiyên ku dixwestin tev li nava refên YPG'ê bibin, li Mala Gel dihatin birêxistin kirin.