Malbatên Roboskî: Pakêta Ewlekariyê komkujiyan rewa dike

Malbatên ku di Komkujiya Roboskî de xizmên xwe winda kirin daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Malbatan diyar kirin ku AKP bi "pakêta ewlekariyê" ya li meclîsê tê nîqaşkirin dixwaze komkujiyan rewa bike û qanûn komkujiyan rewa dike.

Malbatên ku di Komkujiya Roboskî de xizmên xwe winda kirin daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Malbatan diyar kirin ku AKP bi "pakêta ewlekariyê" ya li meclîsê tê nîqaşkirin dixwaze komkujiyan rewa bike û qanûn komkujiyan rewa dike.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê malbatên ku di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk 28'ê Kanûna 2011'an 34 xizmên wan hatin qetilkirin, her hefte çalakî li dar dixin cara 165'emîn çûn Goristana Roboskî û xizmên xwe bibîr anîn. Malbatan ji bilî wêneyên xizmên xwe yên winda kirine, vê hefteyê dowîzên ku daxwaza berdana Ozgur Amed jî dikin hilgirtin. Li ser navê malbatan Velî Encu axivî û got ku tevî li ser komkujiyê sê sal derbas bûye jî, kiryarên komkujiyê tên zanîn jî tê xwestin di tarîtiya darazê de bên windakirin.

'QANÛNÊN WE MISOGERIYA KOMKUJIYAN E'

Encu da zanîn ku berpirsyarê siyasî yê komkujiya Roboskî AKP ye û ji bilî bêdengiyê, yên edaletê dixwaze jî didarizîne. Encu wiha got: "Hikûmetê AKP'ê bi pakêta ewlehiyê ji bo komkujiyên ku dike rewa bike qanûnê derdixe. Heke ev pakêt nîzama meclîsê xera dike wê çawa nîzama civakê pêk bîne. Cilên me yên neteweyî û pûşiya ku em davêjin stûyê xwe ku di kevneşopiyên me de hene wekî hêmayên sûc dibînin, em vê qanûnê nas nakin û qebûl nakin. Em baş dizanin ku qanûnên we misogeriya qatlîamên we ne."

Encu yê nirxandina "Em ê li dijî polîtîkayên we ti caran tawîz nedin û têkoşîna xwe bidomînin" kir bang li hemû kesan kir ku li dijî pakêtê derkevin.