Malbatên Roboskî: AKP’ê pêvajo di lehê kujeran de meşand
Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê didomînin. Di çalakiyê de li hemberî êrîşa li ser wekîlên HDP’î nerazîbûn hate nîşandan.
Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê didomînin. Di çalakiyê de li hemberî êrîşa li ser wekîlên HDP’î nerazîbûn hate nîşandan.
Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê didomînin. Di çalakiyê de li hemberî êrîşa li ser wekîlên HDP’î nerazîbûn hate nîşandan. Di daxuyaniya çalakiyê de AKP’e ji qetlîamê berpirs hate dîtin, wiha hate gotin: “Roboskî nasnameya AKP’ê ye.”
Malbatên 34 sivîlên ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin, di hefteya 226. de li ser gorên xizmên xwe hatin cem hev, lêgerîna edaletê domandin. Di nobeda edaletê de pankarta “Ji bo Roboskî ji bo edaletê bila fail bên darizandin” hate vekirin, dayikên Roboskiyî wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin hilgirtin. Li ser navê malbatên Roboskiyî, Serokê Roboskî-Derê Velî Encu daxuyanî da, bi bîr xist ku qetlîam di dema desthilatiya AKP’ê de pêk hatiye, destnîşan kir ku pêvajoyek di lehê kujeran de hatiye meşandin.
Encu li hember lêpirsînê ya ku bi hinceta “heqaret li Serokkomar kirine” li malbatên Roboskiyî yên lêgerîna edaletê didomînin hate destpêkirin, nerazîbûn nîşan da, li dijî êrîşên lincî yên li Meclîsê li hember Ferhat Encu yê di qetlîama Roboskî de birayê xwe winda kiriye û ya li hember wekîlên HDP’î bi zimanekî tund bertek nîşan da. Encu wiha got: “Ji parlamenterekî ku bi birayî wî re 34 xizmên wî ji aliyê balafirên şer ên TSK’ê hatine qetilkirin re dibêjin ‘Hêzên ewlehiyê ti kesî qetil nakin’. Em rastiya herî şênber a vê axaftinê di Roboskî de dibînin.”
‘AKP’E ŞIRÎKÊ QETLÎAMAN E’
Encu, dema êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê qetilkirina pitika Mîray a 6 mehî û kalikê wê bi bîr xist, wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê ya li Roboskiyê Orhanê 13 salî û birayê wî, Erkan û apê wî qetil kirin gotin ‘têkoşîna bi terorê re’, şirîkê van qetlîam û kuştinan e. Hêzên ewlehiyê yên dewletê zarokan, sivîlan qetil dikin, dîsa daraza dewletê li dayikên zarokên hatine qetilkirin lêpirsînê vedikin. Ev careke din nîşan dide ku li vî welatî hiqûq û mafê jiyanê tê paşguhkirin.”