Malbatên gundên wan hatin şewitandin dixwazin vegerin
Malbatên gundên wan hatin şewitandin dixwazin vegerin
Malbatên gundên wan hatin şewitandin dixwazin vegerin
Malbatên Kurd ên ku di salên 90’an de gundên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin û neçar man ku koçber bajarên mezin ên Tirkiyeyê bibin, niha dixwazin di dema pêvajoya çareseriyê de vebigerin ser gundên xwe.
Li gorî saziyên mafê mirovan, dewleta Tirk ji salên 1990’an ve çar hezar gund vala kir, bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe bûn. Sala 1993’yê gelek gundên navçeya Qosera Mêrdînê, bi hinceta “Hûn PKK’yiyan xwedî dikin, an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê ji gundê xwe derbikevin” bi sedan gund li rastî zextan hatin.
Bi hezaran mirovên ku xanî, mal, ajal, embarên wan, hatin şewitandin û wêrankirin, ketin ser rêya xerîbiyê. Ev mirov neçar man ku li cihên herî xizan ên bajarên mezin di konan de bijîn. Di zeviyan de bi pereyeke kêm hatin xebitandin, ji ber ku bi Tirkî nedizanîn bi zextên sosyo-çandî hatin. Zarokên wan ên ku di konên nalyonî de ji dayik bûn, nekarîn bixwînin.
Gundiyên ku gundên wan hatin şewitandin û li xerîbiyê dijîn, di vê demê de ku pêvajoya çareseriyê pêş dikeve, ji dewletê daxwaz dikin ku bi raboriya xwe re rû bi rû bibe, şert û mercên vegera gundan biafirîne.
Gelek ji van malbatan heta niha jî hînî jiyana metropolan nebûne û jiyana xwe ya li taxên komunal, piştgiriya hev dikin didomîne. Van malbatan tiştên ku berê jiyane û daxwazên xwe yên vegera gundan ji ANF’ê re vegotin.
AN BIBIN CERDEVAN AN JÎ DI HEFTEYEKÊ DE GUND VALA BIKIN
Îsmet Kandemîr (72) ku 13’yê mijdara 1993 gundê wî yê Babîna yê navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin, neçar ma ku koçberê gundek ê bajarê Tirkiye Manîsayê bibe, wan rojan wiha vedibêje:
“Fermandarê cendirmeyan bangî me kir, got ‘terorîst tên gundê we, hûn wana xwedî dikin, hûn ê gund vala bikin, lê ger hûn bibin cerdevan hûn dikarin li vir bimînin’. Me jî got em nabin cerdevan û got ku divê hûn di hefteyekê de gund vala bikin. Piştî hefteyekê roja 13’ê mijdarê leşkeran di carekê de agir berdan xaniyên gund. Tiştên ku me karî, me hilda û em reviyan. Piştî ku em çûn tiştên me di xaniyê de mabûn hemû şewitîn. Em hatin Qoserê, piştî sê meha em hatin gundek ê Manîsayê û me di konek nalyonî de dest bi jiyana xwe kir.."
‘KEÇA MIN DI KONÊ NALYONÎ DE ÇÊBÛ’
Ji vir û şûnde hevsera wî Şemsê Kandemîr (67) didomîne: “Piştî ku em li Manîsayê bi cih bûn, me li baxçeyan dest bi xebatê kir. Ji ber ku xwediyên baxçeyan dizanî em neçar in bixebitin, bi pereyeke kêm em didan xebitandin. Em di konên nalyonî de dixebitîn. Di ba û bahozan de nalyonên me difiriyan û zarokên me li wir diman. Em diçûn cem mirovên xwe yên din ên ku di nalyonan de dijiyan.
Keça min a niha 17 salî Emîne di konê nalyonî de çêbû. Di konên nalyonî de av, ceyran, tuwalet, tune bûn, şert û mercên wê li derveyi mirovahiyê bû. Ji bo zaroka min a nû çêbibû, landik jî tune bû, bi vî awayî em heft salan di konê nalyonî de jiyan.”
Şemsê da zanîn ku ji ber ku wana bi Tirkî nedizanî, nedikarîn bi tu kesî re têkilî deynin û dihatin biçûkxistin û wiha domand: “Em ji gund tevî 10 zarokênx we ji gund hatin. Zarokên min neçar man ku di temenê biçûk de li zeviyan bixebitin, min nekarî bişînim dibistanê, perwerdeya wan nîvî ma. Gundê me hîna jî vala ye, xaniyên me hatine şewitandin, me nekarî em vegerin gundê xwe.”
Malbata Kandemîr ku sala 2001li naçveya Gazîemîr a Îzmîrê bi cih bû, dixwaze di vê dema pêvajoya çareseriyê de derfetên vegera gundan çêbibe.
Şemsê Kandemîr derbarê pêvajoya çareseriyê de got: “Ji bo aşitiyê pêvajoya diyalogê dest pê kir, em ji vê yekê pir keyfxweş in. Em dixwazin êdî aşitî çêbibe û em di dawiya vê pêvajoyê de vegerin gundên xwe. Dewleta ku em mexdûr kirine, di vê pêvajoyê de divê mexdûriyeta me jî pêşwaî bike. Divê ji bo vegera gundan tişta pêwîst bê kirin û ziyanên me yên aborî jî pêşwazî bike.”
TUTIN Û AJALÊN ME ŞEWITANDIN
Ji gundê Emrûd ê ku cîranê gundê Babîna ye, Halîme Îlhan (53) diyar kir ku wana bi debara xwe bi tutin û ajalvaniyê dkir. Îlhan da zanîn ku zeviyê wan tutinê û ajalên wan ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û wiha didomîne:
“Pitşî dest bi şewitandin gund kirin, em hatin herêma Bûrsayê û me dest bi karkeriya daristanê kir. Em di konên nalyonî de dijiyan. Zivistanan me dikarî di konan de bijîn. Av dihate hundir, havînan jî pir germ bû. Du zarokên min di bin nalyonan de çêbûn. Gava em li Bûrsayê bi Kurdî diaxivîn, em li rastî êrîşan dihatin.
Gundê me şîn bû, robar, avên wê, masiyên ava şîrîn pir bi nav û deng bûn. Lê niha hemû zuha bûne, gundê me hemû hişk bûye, gava em bi dizîka çûn gund me ev dît. Dewletê bi zanebûn wisa li gundê me kiriye.”
Malbata Îlhan jî ku piştî 12 salan di konên nalyonî de dijî, li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê bi cih dibe û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aşitiyê der dibire û ew jî dixwaze ku di vê pêvajoyê de şert û mercên vegera gundan çêbibin.