Malbatên gêrîla Parisa û Ruhîzade hatin Meletiyê

Malbatên gêrîla Parisa û Ruhîzade hatin Meletiyê

Malbatên gêrîla Velsih Parisa (Harûn Agirî) û Nasir Ruhîzade (Aso Mahabat) ji bo cenazeyê zarokên xwe ku li goristan bêkesan ya Meletiyê hatibûn defin werbigirin hatin Meletiyê.

Malbatên gêrîlayên HPG'ê Velsih Parisa (Harun Agirî) ku di 13 Tebaxê de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê di encama pevçûnekê de jiyana xwe dest dabû û Nasir Ruhîzade (Aso Mahabat) ku di 23 Cotmehê de li bejahiya Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyê zarokên xwe ku li goristan bêkesan ya Meletiyê hatine definkirin, werbigirin hatin Meletiyê.

Malabata gêrîla Parisa hefteya derbazbûyî ji bajarê Sînê yê Rojhilat hatibû serî li dozgeriyê dabû, malbat li benda bersiva dozger rawestiya û hefteyeke li Amedê dima. Îro jî malbata gêrîla Ruhîzade jî ji bajarê Mahabatê hat û bi malbata Parisa re hatin Meletiyê serî li dozgeriyê dan.

Li bendê ye ku malbat di demjimêrên pêş de cenazeyên zarokên xwe ji goristan bêkesan bigirin û bibin li navçeya Ranya ya Silêmaniyê defin bikin.