Malbatên gêrîlayên ku di 23'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin hatin Meltiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan.
Malbatên gêrîlayên HPG’ê ku di 23'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin îro serê sibê hatin Meletiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Duh malbata gêrîla Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ku ji Stenbolê derketibû rê gihişt Meletiyê. Her wiha malbatên gêrîla Emine Gersiyor (Axîn Viyan), Hakan Ceylan (Dijwar Amed ji Amedê, malbata gêrîla Ayhan Acar (Yılmaz Bîngol) ji Çewlikê û malbata gêrîla Emîne Oran (Axîn Jiyan) jî navçeya Pirsusê ya Riha yê hatin Meletiyê.
Malbatan ji bo teşhîskirina cenazeyan serî li dozgeriyê dan û li çavlê ye malbat biçin morgê teşhîsa zarokê xwe bikin. Malbatên ku teşhîsa zarokên xwe bikin dê cenazeyên xwe bibin bajarên xwe. Li gel malbatan, rêveberên MEYA-DER û BDP’ê jî hene û ji bo malbatan dibin alîkar.
Li aliyê din Malbata gêrîla Velsîh Parîsa yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di 13 Tebaxê de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo wergirtina cenazêyê zarokê xwe hate Meletiyê. Lê malbata gêrîla Parîsa berê hatibû teşhîsa zarokê xwe kiribû ji ber rêziknameyê cenaze nedabûn malbatê. Li çav lê ye malbat serî li dozgeriyê bide, malbata ku cenazeyê xwe werbigire dê bibe başûrê Kurdistanê bajarê Ranyayê defin bike.
6 malbat li ber edliyeyê çaverê ne.