Malbatên 3 gêrîlayên HPG'ê çûn Meletiyê

Malbatên 3 gêrîlayên HPG'ê çûn Meletiyê

Malbatên gêrîla Muhbet Karaer (Vejin Elih), Mîzgin Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtaya Amed) ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin çûn Meletiyê.

Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di şer de 4 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan gêrîlayan Muhbet Karaer (Vejin Elih) ya ji Êlihê bû. Malbata gêrîla Karaer ji bo cenazeyê keça xwe wergire çûn Meletiyê.

Rêveberên MEYADER'ê û malbata malbata gêrîla Karaer 3 hefte berê ji bo cenaze wergirin çûbûn Meletiyê û testa xwînê dabûn. Piştî encama desta DNA'yê diyar bû û şûnde malbata gêrîla Karaer çûn Meletiyê. Malbata gêrîl Karaer piştî cenazeyê keça xwe wergirin dê sibê piştî nimêja Înê li GoristanaGirê Savaro bi girseyî defin bikin.

Li aliyê din di 1'ê Kanûnê de li Xarpêtê şer derketibû û di şer de gêrîlayên HPG'ê Mizgin Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtay Amed) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên gêrila Atabay û Zaman ji bo cenazayên zarokên xwe wergirin çûn Meletiyê. Malbat piştî serî li Dozgeriya Komarêya Meletiyê bidin û cenazeyên zarokên xwe wergirin dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê defin bikin