Malbatê cenazeyê Tektaş ê HPG'yî teşxîs kir
Malbata endamê HPG'yî Ozgur Tektaş (Deniz Alişer) yê ku di 25'ê Adarê de li Hatayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê kurê xwe teşxîs kir.

Li Gundê Bektaşli yê Navçeya Kirikhanê ya Hatayê di 25'ê Adarê de şer derketibû û di şer de endamên HPG'yî Ozgur Tektaş (Deniz Alişer) û Ehed Hesenlû (Xoşmer Kotol) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 2 endamên HPG'iyan şandibûn Morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mustafa Kemal. Malbata Tektaş li gel parêzeran, di bin dorpêça polîsan de çûn morgê û cenazeyê Tektaş ê HPG'yî teşxîr kir. Malbat ji bo girteka otopsiyê bigirin û cenaze wergirin çûn Edliyeya Hatayê û bi dozger re hevdîtin kirin. Hat zanin ku li ser daxwaza malbatê wê cenazeyê Tektaş ê HPG'yî ji bo otopsiya berfireh bişînin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Rawestîna malbatê ya li ber morgê berdewam dike.