Malbatên 5 gerîlayên HGP'ê yên zarokên wan di şerê 22'e Mijdarê de li Dara Hênê ya Çewlike jiyana xwe ji dest dan, piştî serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan, cenazeyên zarokên xwe ji saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.
Malbatên 5 gerîlayên HPG'ê yên ku zarokên wan di 22'ê Mijdarê de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn piştî serî li dozgeriya komarê dan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbetên ku çûn li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenazeyên zarokên xwe nas kirin, 5 cenazeyên gerîlayan wergirtin û ber bi bajarên xwe bi rê ketin.
Malbatên gerîla Erdal Erol (Mazlum Serhat), Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Ayhan Acar (Yılmaz Bingol) cenazeyê xwe ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û malbatmên gerîla Emine Oran (Axîn Jiyan) Hicran Gersiyor (Axîn Viyan) jî cenazeyên zarokên xwe ji morga şaredariyê wergirtin.
Malbata gerîla Erdal Erol dê cenazeyê kurê xwe li goristana Girbereşikê ya Êlihê, malbata Hakan Ceylan û Hicran Gersiyor dê cenazeyên zarokên xwe li goristana Yenîkoyê ya Amedê malbata gerîla Ayhan Acar jî dê li Goristana Yenîmahalle ya Çewlîkê û malbata Emine Oran jî dê li goristana Şêxnazir a navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi girseyî defin bikin.
Malbata gerîla Velsih Parisa (Harun Agirî) ji bo cenazeyê kurê xew bigirin serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan. Ger ku dozgerî cenaze bidin dê malbat cenazeyê kurê xwe wergirin.