BI DÎMEN

Malbata Ocalan her kes vexwend Amarayê

Mehmet Ocalan bang li her kesî kir, ji bo tevlî pîrozbahiya 67. rojbûna Ocalan bibin. Xwarziyê Ocalan Alî Ocalan jî banga tevlîbûnê kir û xwest, tecrîd derhal bê rakirin.

Mehmet Ocalan bang li her kesî kir, ji bo tevlî pîrozbahiya 67. rojbûna Ocalan bibin. Xwarziyê Ocalan Alî Ocalan jî banga tevlîbûnê kir û xwest, tecrîd derhal bê rakirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û biraziyê wî Mehmet Alî Ocalan girîngiya Ocalan ji bo gelan ji ANF'ê re vegotin.

'LÊGERÎNA RÊBERTÎ LI RASTIYÊ DI 7 SALÎ DE DESTPÊ KIR'

Mehmet Ocalan bibîr xist, ku Ocalan sal û nîvekê ji wî mezintir e û got, "Lêgerîna Rêbertî di 7 salî de, dema li dibistana seretayî ya gundê cîran zimanekî cuda lê hat ferzkirin, destpê kir. Bi hebûna xwe ya rastî hesiya bû. Rastiya wî jî; diya wî Kurd, bavê wî Kurd û ew bi xwe Kurd bû. Rêbertî dema ji bo xwendinê diçû dibistana gundê Cîbîn ku gundekî kevn ê Ermeniyan e û Tirkmen jî lê dimînin, li qedexekirina Kurdbûyînê û asîmîlasyonê rast hat. Rêbertî wê çaxê digot, 'Tevî ku zimanê min Kurdî ye, çima Tirkî li min ferz dikin, çima nahêlin ez xwe bi zimanê xwe îfade bikim, çima nahêlin bi zimanê xwe binivîsînim, bixwînim?' Rêbertî di 7 saliya xwe de dest bi lêpirsîna li nakokiya heyî kir. Ji hingî ve Rêbertî ev 60 sal in têkoşîna rastî û cewhera xwe dimeşîne."

Mehmet Ocalan da zanîn, Rêberê Gelê Kurd ji bo azadiya gelê Kurd û azadî û wekheviya tevahiya gelên Rojhilata Navîn emrê xwe bi têkoşînê derbas kir û bang li her kesî kir ku tevlî pîrozbahiya rojbûna wî ya 4'ê Nîsanê bibin.

Mehmet Ocalan got, "Em Kurd, Tirk, Ereb, demokrat, mirovên bindest û hemû heval û hogiran dawetî Amarayê dikin. Divê bi ti awayî pêşî li hatina mirovan neyê girtin."

'EGER TÊKILIYA BI RÊBERTÎ RE NEHATIBÛYA QUTKIRIN, EV NEDIQEWIMÎ'

Xwarziyê wî Alî Ocalan jî da xuyakirin, ku ew bêjin nebêjin jî gel wê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê xwe bê Amarayê û wiha axivî: "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de muzakerevanê sereke û mûxatab Birêz Ocalan e. Hevdîtina pê re berî niha bi salekê di 5'ê Nîsanê de hat birîn. Hevdîtinên bi xalê min re hatin astengkirin. Tecrîd hat şidandin. Piştî vê Kurdistan û Tirkiye ber bi rewşeke şîdetê ya dijber ve çû. Eger têkiliyên bi Rêbertî re nehatibûya qutkirin, ez bawerim ewqas mirovan jiyana xwe ji dest nedidan. Bi tenê Ocalan dikare pêşî li vê bigire. Bi tenê Ocalan dikare pêşî li mirina mirovan bigire. Em hêvîdar in wê veger li pêvajoya muzakereyê çêbibe. Pêwîste hevdîtinên bi Rêbertî re ji nû ve destpê bikin û tecrîd were rakirin. Di pêvajoya çareseriyê de bêvila mirovan jî xwîn nebû. Ji aliyê wijdanî ve her kes rehet bû. Em niha di pêvajoyeke giran û bi êş de ne. Wijdan nikare vê pêvajoyê rake. Pêwîste pêvajoya diyalog û çareseriyê ji nû ve destpê bike û rewşa heyî bê bidawîkirin."

Mehet Alî Ocalan jî herî dawî bang li her kesî kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibin. 

...