Malbata gêrîla Karaer çû Meletiyê

Malbata gêrîla Karaer çû Meletiyê

Malbata gêrîla Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) ya ku di 16'ê mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze werbigirin çû Meletiyê.

Malbata gêrîlaya HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih) ya ku di 16'ê mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, serê sibê çû Meletiyê. Bi malbata gêrîla Vejîn re rêveberên MEYDADER'ê jî çûn Meletiyê. Hate ragihandin ku, malbatê ji bo teşhîsa cenaze serî li dozgeriyê da.