Malbata gêrîla Cûdî dê sibe biçin Meletiyê

Malbata gêrîla Cûdî dê sibe biçin Meletiyê

Malbata gêrîla Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) ji bo cenazeyê zarokê xwe wergirin dê sibê biçin Meletiyê.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Zekî Şahîn (Cûdî Koçer) ji bo cenazeyê zarokê xwe yê di 16'ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da wergirin, dê sibê biçin Meletiyê. Malbata gêrîla Cûdî sibê piştî serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê bidin dê cenaze wergirin û li gundê Girbereşikê bi girseyî defin bikin.

Konê sersaxiyê ku li taxa Baglar ya Êlihê hate vekirin jî bi girseyi tê ziyaretkirin.