Malbata Evlî ya li bajaroka Surgu ya Meletiyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan derewand û diyar kir ku tehdîdên li hemberî wan berdewam dikin.
Serokwezîrê Tirk bersiva pirsên Parlementerê CHP’ê Huseyin Aygun der barê zext û gefên li hemberî malbata elewî ya Evlî de û îdîa kiribû ku li Surguyê hemû tedbîr hatine girtin.
Lê ji malbatê Servet Evlî ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û diyar kir ku gef û zextên li hemberî malbata wan berdewam dikin û got; “Berovajiyê tiştên Serokwezîr gotine, li vir tu ewlehiya me tune ye.”