Mala parlamenter lê dimînin hate dorpêçkirin

Çeteyên Qesrê yên ku li taxên Esentepe û Esenyurt ên Geverê bi ser malan de digirin mala ku wekîlên HPD'î Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan lê dimînin bi wesayîtên zirxî û tankan ve dorpêç kirin û kontrola GBT'ê kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku dorpêç û êrîş berdewam dike çeteyên rejîma AKP’ê ji serê sibehê ve li taxên Eseryurt û Esertepeyê bi ser malan de digirin, malan talan dikin. Mala ku wekîlên HDP'ê Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan lê dimînin jî bi saetan di bin dorpêçê de man.

Li malê nasnameya endamê Meclîsa Şaredariyê Îbrahîm Kalin di kontrola GBT'ê re hate derbaskirin. Di navbera parlamenter û tîmên taybet de demeke kurt nîqaş çêbû.