Hate hînbûn ku helîkopterên Tirk li merayên gundê Dêrxustê yê navçeya Lîceya Amedê madeyên teqemeniyê yên nayên zanîn avêtin.
Li gorî agahiyan, hate hînbûn ku helîkoptarên Tirk di demjimêrên 14.20'an de 3 bombeyên nayên zanîn avêtin meraya gundê Dêrxustê yê navçeya Lîceyê ya Amedê ku 300 metre dûrî gunde. Piştî madeyên teqemeniyê teqiyan dukêlekî spî bilindbû û piştî vê yekê di qirika welatiyên li herêmê şewitîn û welatiyên li herêmê sewal diçerandin panîkekî gelek mezin jiyan kirin. Welatiyên li herêmê li ser vê yekê ji herêmê dûr ketin.
LI FARQÎNÊ TEVGERA HEWAYÎ
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî di demjimêrên sibê de tevgera hewayî destpê kir û berdewam dike. Hate ragihandin, ji Fermandariya Alaya Textîk ya Cendirmeyan ya navçeyê gelek helîkopter rabûn û ber bi aliyê Amedê ve firiyan.
(bd/mae)