Li Zurichê panela hilbijartinê

Parlamenterê HDP'ê Zozanî yê di panela destpêkirina kampanya hilbijartinê ya li Zurichê de axivî diyar kir, ku ew dikarin xwe bigihînin 4.5 mîlyon dengan. Siyasetmedar Xebat Ocalan jî banga cihgirtina li komîsyonên hilbijartinê kir.

Li bajarê Swîsre Zurichê, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî û siyasetmedarê Xebat Ocalan panelek hat lidarxistin.

Xebat Ocalan diyar kir ku wan li Ewropayê komîsyoneke hilbijartinê ya ji 22 kesan ava kirine, ji niha ve dest bi xebatên xwe kirine û ew ê di rojên pêş de xebatên xwe zêdetir bikin. Ocalan banga tevlîbûna li xebatên komîsyonê kir.

Zozanî jî da xuyakirin ku di hilbijartinên Serokkomariyê de wan bi qasî 4 mîlyonî deng stendine û got, "5.5 mîlyon hilbijêr neçûbûn ser sindoqê. Dema ev deng li nava partiyan bê belavkirin, hingî em xwe digihînin 4.5 mîlyon dengî."

Zozanî bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û destnîşan kir, ku ew pêvajoya çareseriyê esas digirin.