Li Zanîngeha Selahaddîn Eyûbî boykot û çalakî

Li hemberî hewldana girtina beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Selahaddînê, xwendekaran çalakî lidar xistin. Di çalakiya li ber Rektoriyê Zanîngehê de xwendekaran xwest, ev biryara şaş bê betalkirin.

Rektoriya Zanîngeha Selahaddîn a Başûrê Kurdistanê plan dike beşa Zanistên Civakî bigire û bike parçeyek ji beşa Sosyolojiyê. Vê yekê rê li ber nerazîbûna xwendekarên zanîngehê vekir. Xwendekaran li hemberî vê biryarê îro çalakiyek pêk anîn. Xwendekaran dan zanîn, ku her du beş fonksiyonên xwe ji hev cuda ne, lewma ev biryara şaş wê bandoreke neyînî li pêşeroja welêt bike.

Xwendekarên Zanîngehê dan xuyakirin, ku xwepêşandanên wan ên protestoyî wê ne tenê ev be û destnîşan kirin, ku heta rêveberiya zanîngehê ji vê şaşîtiyê vegere ew ê dersan boykot bikin. Xwendekaran diyar kirin, zimanê perwerdeya zanistên civakî Îngilîzî ye û eger ev beş were girtin wê kadroyên perwerdeyê vala bimînin û ji aliyê cih ve jî pirsgirêk derkevin holê.

Rêveberiya Zanîngehê ragihand, ku di rewşa heyî de li ser girtina vê beşê hînê biryar nehatiye dayîn û tê nîqaşkirin. Rêveberiyê da xuyakirin, ku eger ev beş were girtin jî wê xwendekar mexdûr nebin û heta xwendekarên herî dawî xwe li vê beşê qeyd kirine mezûn bibin, wê beş neyê girtin.