Li Xurmatuyê agirbest
Piştî civînên di mabeyna Tûgayên Bedîr ên Şîî û hêzên Kurd de agirbest hate ragihandin.
Piştî civînên di mabeyna Tûgayên Bedîr ên Şîî û hêzên Kurd de agirbest hate ragihandin.
Piştî civînên di mabeyna Tûgayên Bedîr ên Şîî û hêzên Kurd de agirbest hate ragihandin.
Li navçeya Xurmatu ji ber şerên di navbera mîlîsên Heşdî Şabî yên Şîî û hêzên Peşmerge de îro komek ji Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) û Berpirsê Eniya Germesor Mahmûd Sengavî, Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, Berpirsê Teşkîlata Rêxistina YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mamend, Berpirsê Leşkerî yê Eniya Xurmatu yê YNK’ê Abdûllah Bor, Qeymeqamê Xurmatu Şelal Abdûllah, Fermandarê Tûgayên Bedîr ên Şîî Hadî Amîrî û ji fermandarên Heşdî Şabî li gundê Hervele civîn li dar xistin.
DIVÊ ŞER DEMILDEST BÊN RAWESTANDIN
Piştî civînê ji kedkarên çapemeniyê re Hadî Amîrî û Necmeddîn Kerîm axivîn, diyar kirin ku divê şer demildest bêne rawestandin û ji bo îlana agirbestê di demek herî kurt de civînek hê berfirehtir bê sazkirin.
Hadî Amîrî wiha got: “Me û hêzên Kurd têkîldarî agirbestê li hev kir. Me heman fikir parve kir ku kesên li bajêr bûyer derxistine bêyî cudahiyê bixin navberê bigirin û radestî dadgehan bikin, her wiha şer jî ji ti kesî re ti tiştî nayne. Yên îro mirin wê şehîd bên qebûlkirin, hikûmetê tazmînatan bide malbatan.”
YÊN HEWL DIDIN JIYANA HEVPAR XIRA BIKIN HENE!
Necmeddîn Kerîm jî tevlî tevahî gotinên Amîrî bûn, civîn erênî nirxand û wiha got: “Di nav hêzan de ti pirsgirêk nînin. Lê hin kes hewl didin ji hin pirsgirêkan sûdê wergerin. Jiyana hevpar wê li Xurmatu û Kerkûkê bandora xwe nîşan bide. Yên dixwazin hêzê bişînin navçeyê pêvajoya siyasî dixetimînin.”
Herî dawî Necmeddîn Kerîm îfade kir ku pêwîst e hêzek hevpar a polîsan ku ji Tirkmen, Şîî û Kurdan pêk were, ewlehiya Xurmatu ava bikin.
Di civîna çapemeniyê de têkîldarî şertên hêzên Peşmergeyan ti tiş nehatin gotin, agahî hatin bidestxistin ku ji bo lihevkirinê plansaziyên civînên berfireh ên wê li Kerkûkê bêne lidarxistin hene.
Di şerên li Xurmatu de yek jê fermandar 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn. Di şerên ku 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan de 21 sivîl birîndar bûn.