Li Xelfetî konê Rêbertî hat vedan
Li Xelfetiyê “Konê Rêbertiyê” ya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên pêşandan hate vekirin. Welatiyên ku diherikin kon bi taybetî jin, zarok, kal û pîr “Di daxwaza azadiya Ocalan de” gihîştin hev.

Pirozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşa deh hezaran kesan ve didome. Li qadê hunermendên NÇM’ê derdikevin ser dikê û “Konê Rêbertiyê” ya ku 66 wêneyên Ocalan tên pêşandan hate vekirin. Li ser kon pankarta “Ji Rêber Apo re azadî” hate daliqandin û welatî diherikin kon. Welatiyên ku tên kon hestên xwe vegotin.
Welatiya bi navê Zehra Aslan (57) a ji Stenbolê hatiye hestên xwe bi gotina “Weke gulekê vebû ji nû ve vejiyam” anî ziman. Behiye Sevgînê jî diyar kir ku ev 4 roj in ji ber ku wê bihata Amarayê ji kêfxweşiyê ranezaye.
Behçet Vural (60) jî da zanîn ku ji bo “Rêberê xwe” ji Wêranşarê hatiye û ji bo azadiya Ocalan divê Ocalan bê berdan. Nebîle Çîçek a 50 salî ya ji Amedê hatiye jî ev tişt anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Em ji bo serokê xwe hatin. Heta mirinê em bi rêberê xwe re ne.”
Zaroka bi navê Gulbahar Îzcî (13) jî got ku ji Wêranşarê hatiye û bi gotina “Em azadiya rêberê xwe dixwazin” hestên xwe anî ziman. Pinar Emeç a 19 salî ya ji Dîlokê hatiyê jî bi gotinên “Ez dixwazin serokê me, Apoyê me bavê me bila derkeve derve” hestên xwe vegot. Bedriye Geçdal (65) jî xwest Rêberê Gelê Kurd di demeke kin de bê berdan.