Li herêma di navbera navçeyên Miyaran û Dara Hênê de di navbera leşkerên derketibûn operasyonê û gerîlayan de pevçûnek qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma navçeya Miyaran a Xarpêtê (Elezîz) û Dara Hênê ya Çewlikê de, di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimî.
Duh bi şev, di saetên dan dereng de, ji aliyê artêşa Tirk ve operasyonek hate destpêkirin. Tê diyarkirin ku di pevçûnan de windahiyên canî çêbûne. Hate zanîn ku li hin cihan pevçûn berdewam in.