Ji 15 xwendekarên dibistana Amadeyî yên li navçeya Wêranşare hatibûn binçavkirin 3 jê bi îdîaya “bêdestûr xwepêşandan kirine” û “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin
Li navçeya Wêranşar ya Rihayê di 4’ê Kanûnê de di ser gelek malên taxên Emîroglû, Şirnak, Hurriyet, Cûmhûriyet û Yenî de girtibûn. Di serdegirtinên de 15 xwendekarên dibistana Amadeyî yên temenên wan di navbera 15-16’an de binçavkiribûn. Hatibû diyarkirin ku, ji ber sedema tevlî xwepêşandanên piştgiriya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bûne hatine binçavkirin. 15 xwendekarên amadeyî piştî îfadeyên wan yên li TEM’ê ew sewqî edliyeyê kirin. Ji 15 xwendekaran A.E., S.T., û D.K. bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine”, “bêdestûr xwepêşandan kirine” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.