Li Wêranşarê Mala Êzîdiyan tê avakirin
Li Wêranşarê Mala Êzîdiyan tê avakirin
Li Wêranşarê Mala Êzîdiyan tê avakirin
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya berê û Hevseroka FKÊ Feleknas Uca, Şaredariya Wêranşarê ziyaret kir û xwest mala Êzîdiyan li Wêranşarê bê avakirin.
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya berê û hevseroka Federasyona Komelên Êzidiyan (FKÊ) Feleknas Uca, Şaredariya Wêranşarê Ziyaret kir. Uca, li avahiya Şaredariyê Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, endamên Meclisa BDP'ê Adnan Etli, Serokê BDP'ê yê Wêranşarê Halis Aktaş û endamên meclisê ziyaret kir. Di ziyaretê de êzîdiyên Wêranşarê jî amade bûn. Uca, diyar kir ku şaredariya Wêranşarê şaredariyek mînak e û wiha got: "Divê bêtir xizmetên xwe berdewam bike. Em ji bo ku êzîdî vegerin gundên xwe û li axa xwe vegerin xebatan dikin. Ji bo vê yekê jî divê li Wêranşarê ku nifûsa Êzîdîyan lê zêde ye mala Êzîdîyan bê vekirin.
Wêranşar navçeyek di aliyê bîr û baweriyan û rengan de rengîn e. Bi sedsalan misliman û êzîdî bi hevre jiyan. Ji ber hin pirsgirêkan êzîdî ji gundên xwe koçî Ewropayê kirin. Ji bo êdîzî dîsa li welatên xwe vegerin xebata me berdewam dike. Em dixwazin li Wêranşarê Mala Êzîdîyan bê avarin û îbateta xwe û baweriya xwe li vir bijîn. Êzîdîyên ku li welatê xwe vegerin jî bila bêjin êdî malek me heye."
Wekîlê Şaredar Mehmet Burun jî anî ziman ku xebatek wan a ji bo Mala Êzîdîyan heye û wiha got: "Em dixwazin hemû bawerî û ol azad li ser axa xwe bijîn. Hurmeta me ji êzîdî, suryanî, misliman û elewiyan re heye. Niha xebata tespîtkirina cih bi dawî bû ji bo projeyê xebatên me berdewam e. Piştî proje qediya em dê nerînên êzîdîyan jî bistînin."