Li Wargehê Fermandar Nêrgiz û Cûdî hatin bibîranîn

Li Wargehê Fermandar Nêrgiz û Cûdî hatin bibîranîn

Fermandara HPG'ê Nêrgiz Cizîr û Cûdî Zorava li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi girseyî hatin bibîranîn.

Fermandara HPG'ê Nêrgiz Cizîr ku di 1-6’ê Mijdarê de li Çiyayê Kato ye girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di encama operasyona artêşa Tirk de li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû û gêrîla Cûdî Zorava di operasyona ku li hemberî herêma Cûdî hatibû lidarxistin de 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi girseyî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargehê bi tevlîbûna gelê wargehê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn destpê kir. Nasnameya gêrîlayên di wan operasyonan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin xwendin. Di heman demê de nameya ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji bo gelê wargehê, malbata Fermandar Nêrgiz Cizîr û Gêrîla Cûdî Zorava şandibû hate xwendin. Di Merasîmê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz axivî. Yildiz di axaftina xwe de dest nîşan kir ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistan di merheleyeke pir girîng de derbaz dibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berxwedana rêhevalên me yên li Kato û Cûdî careke din rastiya ruhê fedayî yê Apoyî nîşanî her kesan dane. Rastî û berxwedana di kesayeta Hevalên me Fermandara Gerîlla Nêrgiz Cizîr û Gerîlla Cûdî Zorava de derket holê dide xuyakirin ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne.”

Rozerîn Yildiz têkildarî taybetmendiyên Fermandara Gêrîlla Nêrgiz Cizîr wiha got, “Di kesayeta Hevala Nêrgiz de, di nav rastiya şer de wek jinên ku ne aydî zilam, jinên ku ne aydî paşverûtiyan, jinên ku ne li ser esasên koletî û belengaziyan dijîn, ew jinên ku daxwaziya azadiyê bi wan re bilind bûye, vîna wan li pêşe; di heman demê de aydî welatin û hevalên Rêber Apo ne di têkoşîna Azadiya Jin de hat xuyakirin.”

‘BI HÊVIYA DAHATÛYEKE AZAD BÛN’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz têkildarî jiyana Cûdî Zorava jî wiha got, “Gerîlla Cûdî hevalekî ciwan bû ku vîn, hiş û ramanên wî aydê civaka gelê Kurd bû. Tu berjewendiyên wî yên jiyanê tunebûn. Ji bo di van xakan de Rêber Apo û Kurdistan azad bibe, hêvî û daxwazên şehîdên pêk werin her dem di nav têkoşînê de bû û lewma bêtereddût berxwedaneke bi heybet nîşan da.”

Di dawiya axaftina xwe de Yildiz wiha got, “Dema wan hevalan ev rêya bi şeref û bêmirinî hilbijartin bi hêviya dahatûyeke azad bûn û dizanîbûn hin kes wê li têkoşîna wan xwedî derkevin; lewma bêtereddût bûn.” Piştî axaftina Rozerîn Yildiz bavê Fermandara Gerîlla Nêrgiz Cizîr Mele Resûl axivî, Mele Resûl dest nîşan kir ku azadî bê ked nabe û axaftina xwe wiha berdewam, “Şehîd ne tenê yên malbatên xwe, yên welat û gelê xwe ne. Fikra Rêber Apo ketiye dilê me. Em dê her dem dilsozê rêya Rêber Apo û Şehîdên xwe bin. Ez li ser vê esasê dibêjim ku şehadetên wiha ji bo me şerefe.”

Dayîka Fermandara HPG'ê Nêrgiz Cizîr jî ku helbestek li ser Kurdistan xwend bû sedema kêliyên hestyar.

Li ser navê malbata Gerîlla Cûdî Zorava jî xizmê Cûdî Zorava Akîf Abdurrehman axivî. Ebdurrehman got, “Ez li ser navê malbata Şehîd Cûdî sersaxiyê ji Rêber Apo û tevayî gelê Kurd dixwazim. Em çi qasî biaxivîn jî em nikarin qîmetên şehîd û gerîllayên xwe bînin ziman.”

Hevseroka Meclîsa Gel ya Demokratîk Selamet Erdogan jî di merasîmê de axivî û wiha got, “Di serî de li ser navê wargehê em sersaxiyê ji Rêber Apo, hevalên wan ên gerîlla, malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin. Em vî mafî di xwe de nabînin ku em li ser nirxên ku wan şehîdên me afirandine gotinan bînin ziman. Tişta ku di aliyê xwe de em bikin ewe ku em xwe deyndarê şehîdan dibînin divê em ji gotinan zêdetir bi pratîka xwe bibin hêjayî şehîdên xwe.”

Selamet Erdogan li ser grevên birçûnê yên ketiye roja xwe ya 60’î de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got, “Berxwedêrên me yên zîndanan ku bi armanca şert û mercên ewlekarî, tendurîstî û azadiyê yên Rêber Apo pêk werin, perwerdeya bi zimanê zikmakî û li dadgehan parastina bi zimanê zikmakî pêk bê, ketin greva birçîbûnê û her roja diçe rewşa wan a tenduristiyê giran dibe, em silav dikin. Divê bi her awayî em hişyar bin û tişta ji me wek gel tê xwestin em bînin cih.” Merasîm bi dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Di heman demê de ji bo Fermandar Nêrgiz Cizîr û Gerîlla Cûdî Zorava li wargehê konê sersaxiyê hatin vedan.