Li Wanê polîsan êrîşî xwendekaran kir: 25 binçavî

Li Wanê polîsan êrîşî xwendekaran kir: 25 binçavî

Polîsan êrîşî xwendekarên amadeyî yên dixwestin bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê meşekê li dar bixin, kir û 25 xwendekar binçavkirin.

Zêdehî 100 xwendekarên amadeyî li ber Amadeyiya Mehmet Akîf Ersoy hatin cem hev û ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Xwendekaran kurdeleyên sor li singê xwe ve daliqandin. Xwendekarên dest bi meşê kirin li Kolana Îkî Nîsanê rastî êrîşa polîsan hatin. Xwendekarên ji aliyê sedan polîsan ve hatin dorpêçkirin piştî navên wan ji aliyê polîsan ve hatin girtin 25 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Wanê.