Li Wanê ji 12 kesên ku di mitînga ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê hatîn binçavkirin 6 jê hatin girtin.
Bûyerên ku piştî mitînga 17’ê Mijdarê li Garaja Şaredariya Wanê derketibûn, 5 jê zarok 12 kes hatibûn binçavkirin. 5 zarok li emniyetê serbest hatibûn berdan, 7 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar ya Cezayê Giran hatin kirin. Ji 7 kesan kesek serbest hate berdan û 6 kesên din jî bi sûcdarkirina “propaganda rêxistinê” û “zirar dayîna malê dewletê” hatin girtin û şandin girtîgehê.