Li Wanê gel karwana leşkerî da ber keviran

Li Wanê gel karwana leşkerî da ber keviran

Li Wanê gel karwana leşkerî da ber keviran di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

Karwana leşkerî ya bi 10 wesayîtan ji Wanê ber bi Colemêrgê ve diçû, li derdora demjimêrên 20.00’an de dema nêzî gundê Kurubaş yê 5 kîlometreyan nêzî Wanê derbazbûn kesên tevlî dawetê bûn dan ber keviran.

Di bûyera ku sedemê hêjan nehatiye zanîn, 3 leşkerên ewlekariya karwanê dikirin sivik birîndar bûn. Birîndar ji aliyê ambûlansên hatin cihê bûyerê hatin dermankirin, gelek polis sewqî cihê bûyerê kirin. Piştî birîndar hatin dermankirin, karwanê rêya xwe dewam kir. Polîsan jî herêm dûrpêç kir.