Dibistana Seretayî ya Vangolu ya li Taxa Hacibekîr ya Wanê şewitandin. Ji ber ku êdî dibistan kêrî bikaranînê nayê, navber dan perwerdeyê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva din komek ya ciwana Dibistana Seretayî ya Vangolu ya li Taxa Hacibekîr agir pêxistin û şewitandin. Dibistana ku demek dirêj agir pêket, êdî kêrî bikaranînê nayê. Hemû refên dibistanê şewitîn, ji ber wê navber dan perwerdeyê.