Li gorî daneyên Enstutuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî li Wanê 2 erdhejên bipêla 4.2 û 3.0 rû dan. Li gorî demjimêra herêmî 14.34’an li gundê Derebey yê Wanê erdheja pêla wê 3.0 rû da. Erdheja duwem jî ku navenda wê li gundê Erîşen yê girêdayî navçeya Mûradiye ya Wanê bipêla 4.2 rû da.