Li Wan û Şirnexê 5 leşker hatin kuştin

Li Wan û Şirnexê 5 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilabana Şirnexê de 3 û li navçeya Çaldêrana Wanê jî 2 leşker hatin kuştin. Her wiha, di encama bombebaran li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê (HPG-NÇR) aşkere kir ku di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilabana Şirnexê û Çaldêrana Wanê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin. HPG-NÇR’ê da znaîn ku di bobmebaran artêşa Tirk jî 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

HPG-NÇR der barê çalakiya gerîlayan a li Qilabanê de ev agahî da: “4 – 5’ê mijdarê ji saet 09.00 heta danê êvarî li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî qereqola Arûşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, gelek çeper hatine rûxandin, hejmara birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin. Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe du caran bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Pişt re du rojan li dijî herêma çalakiyê bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Di 6’ê Mijdarê di saet 18.30’an de li dijî Girê Azad ê li vê herêmê jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”

HPG-NÇR’ê da zanîn ku li navçeya Çaldêrana Wana jî 2 leşker haitn kuştin û got: “5’ê Mijdarê li navçeye Çalderana Wanê li navbera gundê Dasina û herêma Seregolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 6’ê mijdarê de di saet 16.30’an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, li Tavşantepe tank û çekên giran bi cîh kiriye û li dijî herêma Kirê Seregola bombebaran kiriye. Opersayona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

HPG-NÇR’ê der barê bombebarana artêşa Tirk a ku têde 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn de jî ev agahî da: “7’ê Mijdarê di navbera saet 24.00-01.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Meredo, Enzê û Zergelê yên bi ser Qendîlêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama vê bombebaranê de gundiyeke bi navê Alî yê 45’ê saliye û li gundê Kotola bi ser Pîranşehrê jiyan dike û bavê 3 zarokane û xortekî 19 salî yê bi navê Şahpûr ê li gundê Zêwê yê bi ser Mahabadê jiyan dike jiyana xwe ji dest daye. Herweha du gundiyên bi navê Ebubekir ê li Gundê Çeko jiyan dike û gundiyeke bi navê Rêbaz ê li gundê Meredo jiyan dike birîndar bûne.”