14 kesên li Wanê di çarçoveya operasyona bi navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin derxistin Edliyeya. Li Îdîrê jî 9 kesê hatin binçavkirin birin Eziromê û dexistin dozgeriyê.
Li Wanê 12 kesên di serdagirtina malan de hatin binçavkirin û 2 xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê yên Stenbolê hatin binçavkirin û anîn Wanê piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan li Edliyeya Wanê derxistin dozgeriyêk. Karên îfade dayînê yên 14 kesan dest pê kir.
Li Îdîrê jî 9 kesên hatin binçavkirin jî serê sibê birin Erziromê û derxistin dozgeriyê. Îfade dayîna 9 kesan dest pê kir.
Li Wan û Eziromê ji 23 kesên derxistin dozgeriyê bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.