Li Wan û Îdirê 19 kesên din hatin girtin

Li Wan û Îdirê 19 kesên din hatin girtin

Ji kesên li Wan û Îdirê hatin binçavkirin karûkarên îfadeyan ên 23 kesên bi dawî bû. Di nav 9 kesên hatin girtin de Şaredarê bajaroka Eganisê Veysel Keser jî heye.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Wanê 26'ê mijdarê li navenda Wan, navçe û bajarokên Wanê di bin navê "KCK'ê" de operasyon li dar xistin. Di çarçoveya operasyonê de Nunertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, yekîneyên şaredariyê û gelek cihên de hatibû girtin û lêgerîn hatibûn lidarxistin.

Di serdegirtinan de 30 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin kom bi kom derxistin dozgeriyê. Duh koma dawî ya ji 14 kesan pêk dihat derxistin dozgeriyê û karên îfadeyê heta derengî şevê berdewam kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê ji 14 kesan 3 kes serbest hatin berdan û 11 kes jî bi daxwaza girtinê veguhestin Dadgeha Cezayên Giran a Wanê. Piştî îfadeyên dadgehê 5 kes serbest hatin berdan û di nav de Şaredarê Eganisê Veysel Keser, Şêwirmendê Çapemeniyê yê Şaredariya Wanê Saît Kantarcioglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê Yakup Ataş, Rêveberê BDP'ê yê berê Nacî Erkol, Rêveberê BDP'ê yê Wanê Naîf Ugraş û Hesabgirê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Naîm Işik jî bi îdiaya "Endamê rêxistin e" hatin girtin û şandin girtîgehê.

Di koma pêşî de jî Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semîra Varli, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, Ji mamosteyên Mala Perwerdehiya Piştgiriyê ya berê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, Rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.

LI ÎDIRÊ HEJMARA GIRTIYAN GIHIŞT 5’AN

Li Îdirê jî ji kesên rojên borî hatin binçavkirin û li Erziromê derxistin dozgeriyê ji 9 kesan 6 kes serbest hatin berdan û Ferzende Abay, Reşît Ayaz û Ahmet Adiyaman jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Di çarçoveya heman operasyonê de Alîkara Şaredarê Îdirê Elîf Daggol û Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Dogan Aydin ê ku li Dêrsîmê hatibû binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatibûn giritn. Li Wan û Îdirê di nava 3 rojan de 46 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin 19 kes hatin girtin.