Li Toulouseyê kongreya komeleyê

Li Toulouseyê kongreya komeleyê

Komeleya Çanda Kurd a bajarê Franse Toulouseyê 4’emîn kongreya xwe pêk anî.

Kongreya ku li salona ciwanan a Partiya Komunîst a Franseyê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di şoreşa Kurdistan û cîhanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Endamê dîwanê Necmettîn Demîralp axaftinek kir û da zanîn ku rêber û tevgera Kurd  re ber bi azadiyê ve diçin û got: “Bedelên gelek mezin dan. Ji ber wê jî normal e ku gumanên wan hebin. Rêbertî û tevgera azadiyê yekane hêvî ne.”

Demîralp diyar kir ku bi destkeftiyên ku gerîlayan bi dest xistin, pêvajoyeke nû dest pê kiriye û da zanîn ku heta gelê Kurd mafên xwe bi dest nexin, gerîla dê  her tim hebin.

Piştî axaftina Demîralp, rapora xebatê ya rêveberiyê hate xwendin, piştî raporê rêveberiya nû ya komeleyê hate hilbijartin. Encamên hilbijartinê dê di rojên pêş de diyar bibe.