Li Torontoyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê di şeva ku komîsyona ciwanan li dar xistin de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê di şeva ku komîsyona ciwanan li dar xistin de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di şeva ku bi rêzgirtinê destpê kir de peyamên Navenda Civaka Kurd, Komîsyona Ciwanên Torontoyê, Baskê Ciwanan ê Montrealê û Weqfa Kurdan hatin xwendin.

Piştre sînevizyona ku têkildarî jiyana Ocalan hat pêşandan. Di şevê de Tûrgût Akbaş, Viyan Kaya, Dezgîn Kaya, Kemalê Amedê derketin ser dikê. 

Pîrozbahî bi gerandina govendê re bi dawî bû.

...