Li Til Temir li dijî çeteyan çalakî

Di çalakiyeke ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê li başûrê bajarê Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xistin, çeteyek hate kuştin.

Di çalakiyeke ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê li başûrê bajarê Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xistin, çeteyek hate kuştin.

li gor ANHA’yê şevê din şervanên YPG’ê û YPJ’ê  li gundê Til Soda yê başûrê bajarê Til Temir li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.

Li aliyekî din mayîneke ku çeteyan beriya demekê li herêmên ku lê bicih bibûn çandibû, bi wan ve teqiya. Lê der barê  encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.