Li Til Rifatê şer
Komên çete yên ser bi koalisyona Sûriyeyê ve, êrîşî çeperên YPG’ê û Ceyîş El-Siwar(Artêşa Şoreşgeran) ên li Til Rifat û Birad kirin. Li ser bersivdayînê şer derket.
Komên çete yên ser bi koalisyona Sûriyeyê ve, êrîşî çeperên YPG’ê û Ceyîş El-Siwar(Artêşa Şoreşgeran) ên li Til Rifat û Birad kirin. Li ser bersivdayînê şer derket.
Hat ragihandin, komên çete yên girêdayî qaşo Koalisyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de ye, derdora saet di 09.55’an de ji aliyê Şêx Îsa ve êrîşî çeperên YPG’ê û Ceyîş El-Siwar ên li bajarokê Til Rifat û çepera Birad a li nêzî gundê Eyîn Deqne kirin.
Li ser êrîşa çeteyan şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyîş El-Siwar bersiv dan û şerên dijwar derketin. Ji ber ku şer heta vê kêliyê jî didomin, der barê encaman agahiyên zelal nehatin hînbûn.
Ji komên ku êrîş noqteyên YPG’ê û Ceyîş El-Siwar dikin ev in’Feylq El-Şam, Ehfad Selaheddîn, Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Ceyîş El-Sunne ne.
Komên çete duh jî ji aliyê Ezazê ve noqteyên YPG/YPJ’ê û Ceyîş El-Siwar ên li herêma Vîlata Qazî ya ku 3.5 li başûrê Ezazê û rojhilatê Efrînê dikeve, kirin. Çeteya bi çekên giran ên weke topên hawan û dojehê êrîş kirin.
Ceyîş El-Siwar jî duh li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku çeteyên bi navê ‘Feyleq El-Şam, Ehfad Selaheddîn, Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Ceyîş El-Sune’ saet di 17.00’an de bi çekên giran, êrîşî noqteyên wan ên li Til Rifat, Merenaz û Eyîn Deqne kirine. Şervanên wan jî bersiv dane van êrîşan.