Li Til Rifatê panzerek çeteyan hat rûxandin

Li Til Rifatê şerê li ser êrîşên komên çeteyan destpê kirin, didome. Li gorî agahiyan, di vî şerî de panzerek bi cûreya BMB a çeteyan ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û Artêşa Şoreşgaran (Ceyş El-Siwar) ve hat rûxandin.

Komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Sûriyeyê, ku ENSK jî di nav de ye, danê sibehê êrîşî çeperên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar ên li bajarokê Til Rifat û nuqteya Birad a li nêzî gundê Eyîn Deqne kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê û Ceyş El-Siwar, bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar rû da.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di vî şerî de derbêng iran li çeteyan hatine xistin. Her wiha panzera çeteyan a bi cûreya BMB hat rûxandin.

Ji ber ku şer bi hemû dijwariya xwe didome,  agahiyên zelatir nehatin destxistin.

Komên çete yên bi navê Feyleq El-Şam, Ehfad Selaheddîn, Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Ceyş El-Sunne, bi hev re êrîşî çeperên YPG/YPJ'ê û Ceyş El-Siwar dikin.