Li Şirnexên dîmenên ku ji dema OHAL’ê (rewşa awerte ya leşkerî) ne cudatir tên dîtin. Li her derê binkeyên kotrolê yên polîs û leşkeran hene. Gelê herêmê ji vê rewşê bêzar bûye.
Ev hefteyeke pêkanînên polîs û leşker zêde bûne. Di têketina Şirnexê û Botaşa Sîlopiyê xalên lêgerînê hatine danîn. Li Elkê jî nêzî 10 xalên lêgerînê hatine avakirin. Li Qilabanê jî heman rewş e.
Şêniyek bajar wiha got: “Ez bi salane li vir im, min tiştekî wisa heta niha nedît.” Tê diyarkirin ku riya 45 deqiqeyan a Şirnexê ji ber lêgerînan saetek û nîv didome û riya Qilabanê ya 3 saetan jî rojekê didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 3 binkeyên kontrolê ya di navbera Şirnex-Cizîr, xala kontrolê ya Botaşê ya di navbera Cizîr-Sîlopiyê de, xala lêgerînê ya ketin-derketina Şirnexê, navbera Şirnex Qilabanê, navbera Qilaban-Uzungeçît û Qilaban-Elkê xal hatine avakirin. Ligel vê li pira Xabûr-2 beşeke mezin a xalan hatibûn rakirin, lê ev du mehe dîsa hatine avakirin.