Li Şirnexê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Mîdyat ya Mêrdînê jî 4 kes hatin girtin
Vê sibehê li Şirnexê polîsên sivîl û tîmên taybet di ser gelek malên taxên Gundogdu, Îsmetpaşa, Yenîmahale, Bahçelîevler, GAzîpaşa û Yeşîlyûrdê de girtin. Di serdegirtinan de mal serûbin kirin û 8 kesên temenê wan di navbera 15 û 19’an de binçavkirin.
Li navçey Mîdyat ya Mêrdînê jî 4’ê Mijdarê di serdegirtina mala de Rêvebera BDP’a Mîdyatê Hediye Bozkurt, Seroka berê ya BDP’a Mîdyatê Filîz Işik, Endamê BDP’ê Salih Akman, Enes Canci, Hayzullah Dogan, Bariş Emre û Hasan Bîlgîç yê li navçeya Qoserê hatibû binçavkirin.
Ji kesên hatîn binçavkirin Enes Canci, Hayzullah Dogan, Bariş Emre û Hasan Bîlgîç bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne”, “Propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê.