Li Şirnexê 4 leşker hatin kuştin

Li Şirnexê 4 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPGê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê de 4 leşker hatin kuştin. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî leşkerek hate kuştin û yek jê midûr 2 mamoste hatin binçavkirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) derbarê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku li navçeya Qilabana Şirnexê 4 leşker hatin kuştin. HPG-NÇRê ev agahî da:

“Di 19’ê Mijdarê de di saet 07.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li navbera Gundên Arûşê û Elemûnê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî têk şikiyaye, herweha li gor agahiyên ketine dest 4 leşker hatiye kuştin, 2 jê giran 3 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya 3 caran ji herêmê dûr xistiye. Piştî çalakiyê li dijî derdora cihê çalakiyê ji aliyê dijmin ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

HPG-NÇRê da zanîn ku 19’ê Mijdarê di saet 16.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê mamosteyek û mudureke bajarokê Sitilîlê ji ber xizmeta “polîtîkayên bişaftinê yên dijmin dibin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin” û got; “Lêpirsîna du mamosteyên hatine binçavkirin hîn jî berdewam dike.”

HPG-NÇRê got; “19’ê Mijdarê di saet 16.00’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî Qereqola Herbê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kutşin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”