Li Şirnexê di serdegirtina malan de 4 kesên temenê wan ji 18 saliyê biçûktir hatin binçavkirin. Li Hezexê jî ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin.
Yekîneyên polîsên Şirnexê li taxa Îsmet Paşa di ser malan de girtin û 4 kesên temenê wan 14-18 ên bi navê M.U., S.U., A.U. û H.U. hatin binçavkirin 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.
LI HEZEXÊ 2 KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di serdagirtinên malan yên 2 roj berê pêk hatin de 5 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên Midûriyeta Polîsan 5 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 2 kes serbest hatin berdan û 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê Yilmaz Şakar û L.K. bi hinceta "Tevlî Newrozê bûne" û "Kevir avêtin polîsan" hatin girtin.