Di encama teqîna li navçeya Şemzînanê de kesek jiyana xwe ji dest da, tevî polîsên tevgera taybet 3 jê bi giranî, bi giştî 16 ke birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, teqînek pêk hat. Dema wesayita leşkerî derbas dibû, wesayita bombe lê hatibû barkirin hate teqandin. Di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da 3 jê giran bi giştî 16 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tevî polîsên tevgera taybet, gelek birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Gelê navçeyê li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûne û polîsan derdora nexweşxaneyê girtine.
Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore diyar kir ku gelek birîndar hene, ji navçeya Geverê jî ambulans veguhestine. Hate diyarkirin ku li navçeyê ceyran qût bûye.