Li Şemzînanê pevçûn didome

Li Şemzînanê pevçûn didome

Pevçûnên ku duh li navçeya Şemzînanê di navbera leşkerên Tirk yên derketine operasyonê û gêrîlayan de derket û çapemeniya Tirk ragihand ku, 5 leşker mirin, pevçûn îro jî didomin.

Li herêma Xepiştî ya gundê Bêsosin û Rûbarokê yên navçeya Şemzînana Colemergê duh operason pêk hat û di operasonê de di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de pevçû derket. Li gorî çapemeniya Tirk di pevçûnê de 5 leşker mirin û leşkerek birîndar bû.

Piştî operasyona duh operasyon hêj firehtir bû û heta niha berdewam dike. Heta zanîn ku, cerdevanan naxin herêma operasyonê. Hate diyarkirin ku, qereqolên Mavan, Şepeta, Bêsosin, Bêzelê û Bayraktepe ya girêdayî Bêzelê herêmê bê navber topbaran dikin.

Hate ragihandin ku, leşkeran ji cerdevnanan xwestiye ku cenazyên gêrîlayan yên di pevçûnê de li cihê operasonê mane neyên girtin. Cerdevnan diyar kirin ku, ji ber welatî cenazeyan digirin leşker naxwazin cerdevan bibin alîkar.