Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera yekîneyên artêşa Tirk yên derketine operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên sibehê de di navbera yekîneyên artêşa Tirk yên li Zozana Silo devera Xeriştî derketine operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû da. Artêşa Tirk helîkoterên kobra veguhestin herêma pevçûn lê çêbûyî û herêm bi helîkopteran bombebaran kir. Weke din jî hate ragihandin ku, ji Qereqola Bêsosinê û baregeha Girê Bayrakê yê Qereqola Bêzelê herêma mijara gotinê bi obis û hewana topbaran kiriye.
Li aliyê din jî di demjimêrên serê sibehê gelek helîkopterên ji aliyê Geverê ve ber bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve hatin û danîn 34’mîn Fermandariya Tûgaya Hidût û 3’mîn Fermandariya Komando ya Textîkî ya Çiya. Piştre helîkoter rabûn û ber bi herêmên sînor ve firiyan. Hate ragihandin ku, helîkopteran yekîneyên taybet hatine perwerdekirin birine herêmên sînor yên Rûbarokê.