Li Şemzînanê dixwazin bizorê cerdevanan bibin operasyonê

Li Şemzînanê dixwazin bizorê cerdevanan bibin operasyonê

Hate îdîakirin ku cerdevanên Wargeha Dih ya girdayî navçeya Şemzînan ya Colemêrgê bi zext û gefan birin operasyonê.

Hate zanîn ku leşkeran li ser sînorê Îranê, qada Şehîdan û gundê Tuyî yê navçeya Şemzînan operasyonek berfireh da destpêkirin. Hate hînbûn ku, leşkera xwest ku cerdevanên Waregeha Dih bi zorê bibin operasyonê lê cerdevan li hemberî vê yekê derketin.

Hate îdîakirin ku piştî cerdevanan nexwest biçûn operasyonê Sercerdevan Şahap Firat, Keya Mehmet Firat û Sabrî Gundogan gef li gundiyan xwarin û xwestin cerdevanan bibin operasyonê. Têkildarî mijdarê cerdevanê nexwest navê xwe bêje ji DÎHA'yê re agahî dan û diyar kir ku, 100 cerdevan dê bi leşkeran re tevlî operasyonê bibin û leşkeran navên cerdevanên tevlî operasyonê bibin xwendin û wiha got: "Dema rayedarên leşkeran nav nexwendin me gundiyan got em derveyî gundî tevlî tu operasyonan nabin. Li ser vê yekê rayedarekî leşkeran ji me re got, 'Di mehên havînê de belgeya hûnê tevlî operasyonan bibin ji aliyê Sercerdevan û Keya ve hate îmzakirin. Ji ber ku hûnê tevlî operasyonan bibin me 25 kadroyên cerdevaniyê dan. Niha jî hûn dibêjin 'em tevlî operasyonan nabin' Di vê mijarê de dê derbarê we de girdek bê girtin û dê mehaneyên we bên birîn' gef li me xwarin."

'BI ZORÊ ME DIBIN MIRINÊ!'

Cerdevan anî ziman ku, piştî van hemû geşedanan derbarê 50 cerdevanên gund de girdek hate girtin û Sercerdevan Şahap Firat jî gef li cerdevanan xwar. Cerdevan da zanîn ku ji ber gefan cerdevanên gund tevlîbûna operasyonê qebûl kirin û wiha axivî: "Piştî gefan 60 cerdevanên wargehê yên temenê wan di navbera 25-60 saliyê de dê tevlî operasyonê bibin. Lê tu kes bi keyfa xwe tevlî operasyonê nabin û hemû bi zorê û gefan birin. Sercerdevan Şahap Firat, Keya Mehmet Firat û Sabrî Gundogan berpirsiyarê cerdevan tevlî operasyonê bûnin. Li hemberî wergeha me lîstikên qirêj hene. Ligel li Gever û Şemîznan bi sedan cerdevan hene tu kes tevlî operasyonan nabe lê bi zorê me dibin mirinê. Li vir ev her sê kes lîstîka qirêj amade dikin û leşker jî pêk tînin. Em cerdevanin lê dixwazin me bikin yêm."