Dikandarên navçeya Şemzînanê bi boneya teqîna li Şemzînanê ku bo sedema mirina kesekê û birîndarbûna 26 kesan, protesto bikin derabeyên xwe nevekirin.
Di teqîna duh ya li Şemzînanê ku zarokê binavê Faris Demîrca (11) jiyana xwe ji dest da û 26 kes birîndar bûn de, esnafên navçeya Şemzînanê di demjimêrên serê sibê de derabeyên dikanên xwe nevekirin. Navçeye ku hemû dikanên wê girtîne, li gelek noqteyan polîsan ewlekarî girtin. Her wiha di demjimêrên sibehê de jî yekîneyên polîsan li cihê teqînê hûrkolîna dike.